Li Amedê minibusek qulibî: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, minibusek qulibî û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li nêzîkê gundê Korxayê yê Licê yê li ser rêya Amed-Çewligê, duh Yekşemê ji ber sedemeke nediyar minibusek qulibî û 10 kesên tê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

10 kesên ku birîndar bibûn ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatin veguhestin.