Li Semsûrê ap û birazî di çem de fetisîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyê Serêgolan ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, mam û birazê di nav çem de fetisîn.

Li gundê Çataltepeyê yê navçeya Serêgolan, Mustafa Tatliyê 43 salî û biraziyê wî Ahmet Tatliyê 13 salî, ji bo avjeniyê ketin Çemê Goksuyê. Mustafa û Ahmet Tatli, piştî demekê di nav çem de wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Piştî lêgerîna di nav çem de, mam û birazê bi awayekî mirî hatin dîtin.

Termê Mustafa û Ahmet Tatli bo Nexweşxaneya Dewletê ya Serêgolan hatin veguhestin.