PAK: Peymana Lozanê binpêkirina îradeya gelê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - PAK dibêje, “Peymana Lozanê, tunehesibandin û binpêkirina îradeya gelê Kurdistanê ye, ne meşrû ye, ne hiqûqî ye” û diyar dike, “Divê dewletên cîhanê neheqiya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 97emîn salvegera îmzekirina Peymana Lozanê de daxuyaniyek belav kir.

PAK amaje bi wê dike ku peymana Lozanê di roja 24.07.1923yan de, li bajarê Lozan ê Îsvîçreyê, di navbera, Tirkiye, Îngîltere, Fransa, Îtalya, Japon, Yunanistan, Romanya, Bulgarya, Portekîz, Belçîka û Yugoslavyayê de hate îmze kirin “Gelek mijarên vê Peymanê hebûn. Lê mijareke esasî dabeşkirina axa Kurdistanê ya di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyakirin, “Bi Peymana Lozanê ve axa Kurdistanê ya di bin desthilatdariya Osmaniyan de di navbera dewleta Tirkiyê, Îngîltere û Fransayê de hate dabeşkirin. Paşê beşê di bin desthilatdariya Îngîltere de ji dewleta Iraqê re, beşê di bin desthilatdariya Fransayê de jî ji dewleta Sûriyê re ma.”

PAK diyar dike, “Peymana Lozanê rê vekir ku Kurdistan ji nû ve bê dagir kirin û niha jî  li ser wî esasî Kurdistan ji aliyê dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ve hatiye dagir kirin. Peymana Lozanê, tunehesibandin û binpêkirina  îradeya gelê Kurdistanê ye, ne meşrû ye, ne hiqûqî ye.”

Her di wê daxuyaniyê de PAK tekez dike, “Tekoşîna azadiya Kurdistanê ya li her çar perçeyên Kurdistanê,  her roj, bi bidestxistina destkeftiyên girîng yên dîrokî, Peymana Lozanê pûç dike. Tu şika me jê tuneye ku rojek dê bê, wê gelê bi têkoşîna xwe û bi bi piştgiriya dostên xwe yen navnetewî,  vê peymana qirêj bavêje ser sergoyê dîrokê û dê her çar perçeyên Kurdistanê jî azadiya xwe bidest bixin.”

Herwiha PAK di 97emîn salvegera Peymana Lozanê de bang li Îngîltere, Fransa, Amerîka, Rûsya, Almanya û dewletên cîhanê yên “aktorên esasî” ne dike, “vê neheqiya ku bi Peymana Lozanê li gelê Kurdistanê hatiye kirin telafî bikin.”

PAKê di daxuyaniya xwe amaje bi rewş û geşedanên niha jî kiriye û diyar dike, “Di demeke ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de ji nû ve nexşe têne çêkirin, hemû dewletên cîhanê divê li her çar perçeyên Kurdistanê, piştgiriya mafê azadî, statuteyeke siyasî û xwe bi xwe îdare kirina gelê Kurdistanê bikin. Em bangî gelên van dewletên cîhanê  dikin da ku bi zext û hêza xwe ya li ser desthilatdariyên welatê xwe, bibin piştgir, alîkar , hevalbend û aktorên pêk anîna azadiya gelê Kurdistanê.”

Di daxuyaniya PAKê de hatiye tekezkirin, “Peymana Lozanê helbet ku bi hebûn, têkoşîn, yekgirtin û tifaqa gelê Kurdistanê ya netewî, demokratîk dê bê tune kirin. Gelê Kurdistanê divê bi sebir û bi siyaseteke aqilane, di qada navnetewî de dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bike.”