Li Şirnexê qeza: 8 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qezayeke trafîkê de 8 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê bi navê Muhsîn B. diajot li xaçerêya Cizîrê ji rê derket û li refûjên kêleka rê qelibî.

Di qezayê de şofêr û 7 kesên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.