Li Erzeromê bûyera trafîkê: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oxlê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîleke ku ji bo betlaneya Cejna Qurbanê diçû parêzgeha Çewligê wergeriya û di encamê de ji heman malbatê kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Îro 24ê Hezîrana 2023an otomobîleke ku ji parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê ji bo betlaneya cejnê diçû parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê li navçeya Oxlê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ve wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên cenderme û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û li gor lêkolînê yek ji zarokê malbatê canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan kesên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erzeromê hatine veguhestin.