Heya niha li Rojavayê Kurdistanê projeya Zinara Erebî didome

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka salên heftêyan ve, pêla erebên hawirdekirî û damezrandina mêtingehan ji bo wan, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk û plankirî, ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, destpê kiribû. Di sala 1974 an de, hikûmeta Sûriyê dest bi bicihkirina projeya Zinara Erebî kir.

 

Ji sala 1971ê ve, hikûmeta Sûriyê, bi fermî, dest bi gotûbêjkirina erebîkirina navçeyên Cizîrê kir. 24ê Hezîrana 1974an proseya Zinara Erebî kete warê cîbicîkirinê. Di vê rojê de, 45emîn salvegera proseya Zinara Erebî tê bibîranîn.

 

Di wê proseyê de, erebên hawirdekirî, ku bi navê Mexmûriyan hatin naskirin, ji Reqa û Tebqayê, li Cizîrê hatin bicihkirin û wê yekê rewşeke nû dirust kir, êdî ew prose bi navê Zinara Erebî hate naskirin.

 

Zinara Erebî, ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, heta navçeya Mebrûka li rojavayê bajarê Serê Kaniyê li xwe girtiye.

 

Erebîkirina navçeyên Cizîrê di qonaxa yekem de sala 1959-1960î bû.

 

Tê de hejmarek ji eşîrên ereb li derdora Gola Xabûr û Dirbêsiyê û Çemê Diclê hatin bicihkirin.

 

Qonaxa duyem, sala 1974-1975an bû, ku tê de mezintirîn pêla hawirdekirina malbatên ereb hate kirin.

 

Di vê qonaxê de rûberê cografî bi dirêjahiya 275 kîlometre û kûrahiya 10 heta 15 kîlometreyan ji welatiyên Kurd ên resen hate standin û ji bo wan malbatên hawirdekirî hate radestkirin.

 

Nêzîkî 4 hezar malbat, ji gundewarê Reqayê, bi hejmara 40 hezar kesî li wan navçeyan, hatin bicihkirin.

 

335 gundên Cizîrê ketin ber wê proseyê. Hingê hejmara nişteciyêh Kurd ên wan gundan bi 150 hezar kesî dihate texmînkirin.

 

Hejmara mêtingehên Erebên hawirdekirî gihişte 36an: Li Dêrik 9 mêtingeh, li Qamişlo 12 mêtingeh, li Serê Kaniyê 15 mêtingeh.

 

Bi sedema proseya Zinara Erebî ya sala 1974an û serjimêriya sala 1962an, guhertineke demografî ya mezin hate kirin, di encamê de, ji sedî 25 ji Kurdên wan navçeyan, ji mafên xwe yên sivîl û nasname û regeznameyê bêher man.

 

Navên piraniya gund, bajar û bajarokên Cizîrê, ji aliyê hikûmetê ve, hatin erebîkirin. Weke mînak, navê Dêrikê bû Malikiyê, Tirbe Sipiyê bû Qehtaniyê û Serê Kaniyê bû Ras el-Eyn. 


Di encama serjimêriya sala 1962an de, nêzîkî 200 hezar welatiyên Kurd nasnameya sûrî ji wan hate standin êdî bi “Ecanib” hatin naskirin.

 

Li kêleka wan jî, nêzîkî 50 hezar kesî, bi ti awayî li dezgehên nasnameyan nehatin tomarkirin, ew jî bi navê “Mektûm” hatin naskirin.

 

Tevî fermana serokomarê Sûriyê, di Nîsana 2011an de, ku ew kes regeznameya Sûriyê werbigirin, lê hêj bi hezaran welatiyên kurd, Ecanib û Mektûm mane.

 

Hinek aliyên siyasî yên kurdî, li Rojavayê Kurdistanê, hejmara wan bi 350 hezar kesî texmîn kiriye. Lê tenê nêzîkî 104 hezar kesî regezname wergirt û yên din rewşa wan weke xwe maye.

 

Piştî alozbûna krîza Sûriyê, ji Adara 2011an ve, hejmareke bêhtir ji welatiyên Reqa, Dêre Zor, Heleb, Hema, Hims, Idlib û gelek navçeyên din ên sûrî, berê xwe dane wan navçeyan û li Cizîrê niştecî bûn, bi awayekî ku hejmara wan nêzîkî ji sedî 15 ji nişteciyên resen tê texmînkirin, lê bi fermî ti amar û datayên rasteqîne di vê derbarê de nînin.