Weqfa Mezopotamya yekemîn kongreya xwe li Amedê lidarxist
Siddik Eren
Amed (Rûdaw) - Weqfa Mezopotamya, ku ji siyasetmedar, Karsaz, Rewşenbîr, Akademîsyen û gelek pisporên pişeyên din yên Kurd, Tirk, Suryan, Ermen û dilxwazên Kurdî pêktê; Kongreya xwe ya yekmîn lidaxistin. Konreya ku bi piştgiriya Şaredariya Amedê, li avahiya salona şanoyê ya şaredariyê hat lidarxistin, bi beşdarbûyîna şaredarê Amedê Osman Baydemir, Hevsoraka BDPê Gultan Kişanak û damezrînêren Waqfê birêveçû.

Di konreyê de axaftina destpêkê ji aliyê serokê Diwanê û şaredarê Amedê Osman Baydemir ve hat kirin.
Beşdarên Kongreyê diyar kirin ku ew dixwazin, di bin banê vê weqfê de zaningehekî damezrînin û bi destê Kurdan perwerdehiya akademîk ya Kurdî bidin destpêkirin.
Beşdarên kongreyê diyar kirin ku ewê piştî vê kongreyê, ji bo damezrandina Zaningehê lez bidin xebatên xwe da ku zûtirîn bikaribin perwerdehiyê bidin destpêkirin.