Weqfa Mezopotamya yekemîn kongreya xwe li Amedê lidarxist

24-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Siddik Eren

Amed (Rûdaw)
- Weqfa Mezopotamya, ku ji siyasetmedar, Karsaz, Rewşenbîr, Akademîsyen û gelek pisporên pişeyên din yên Kurd, Tirk, Suryan, Ermen û dilxwazên Kurdî pêktê; Kongreya xwe ya yekmîn lidaxistin. Konreya ku bi piştgiriya Şaredariya Amedê, li avahiya salona şanoyê ya şaredariyê hat lidarxistin, bi beşdarbûyîna şaredarê Amedê Osman Baydemir, Hevsoraka BDPê Gultan Kişanak û damezrînêren Waqfê birêveçû.

Di konreyê de axaftina destpêkê ji aliyê serokê Diwanê û şaredarê Amedê Osman Baydemir ve hat kirin.

Beşdarên Kongreyê diyar kirin ku ew dixwazin, di bin banê vê weqfê de zaningehekî damezrînin û bi destê Kurdan perwerdehiya akademîk ya Kurdî bidin destpêkirin. Beşdarên kongreyê diyar kirin ku ewê piştî vê kongreyê, ji bo damezrandina Zaningehê lez bidin xebatên xwe da ku zûtirîn bikaribin perwerdehiyê bidin destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst