Rûdaw li ser guherîna keşûhewayê hevkariyeke medyayî ya girîng radigihîne

Tora Medyayî ya Rûdawê û Komeleya Covering Climate Now hevkariyekê ji bo hişyariya li ser guherînên keşûhewayê li Kurdistanê, Iraqê û herêmê pêk tînin.

Guherîna keşûhewayê bûye mijareke girîng a cîhanî û bi awayên cuda bandorê li ser welatan dike. Yek ji wan welatên ku ji encamên guherîna keşûhewayê bandor lê bûye Iraq e ku rûbirûyê astengiyên mezin bûye. Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi hevkariyeke stratejîk bi Covering Climate Now re kiriye da ku bi awayekî çalak rûbirûyê vê pirsgirêka hestiyar bibe û di bilindkirina hişyariya jîngehê de roleke berpirsyar bilîze. Ev hevkariya taybet, qonaxeke girîng di karê ragihandinê de li Kurdistanê û Iraqê di warê guherîna keşûhewayê de nîşan dide û derfeteke nimûneyî dide ji bo balkişandina ser krîza keşûhewayê ya li herêmê.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi hebûna tora xwe ya mezin a rojnamevanan û platformên cuda yên belavkirina nûçeyan û bi wê platform û bandora xwe ku pêwîst e ji bo zanyariyîn herî nû yên girîng ên li ser guherîna keşûhewayê bide welatiyên li Kurdistanê û herêmê dixwaze bi vê hevkariya nû gavên bi bandortir bavêje. Dê wê jî bi veqetandina çavkaniyên xwe û dema weşana ji bo vegirtina mijarên têkildarî guherîna keşûhewayê. Armanca Rûdawê ew e ku hişyariya xelkê bilind bike û dest bi duristkirina guftûgoyên watedar bike ji bo ku axavtina li ser guherîna keşûhewayê, sivikkirina bandorên wê û hebûna geşbûneke aram.

Ev hevkariya dê hêzê bide Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo ku ji xezîneya zanyarî û ezmûna rojnamevanên li seranserî cîhanê sûd werbigire û bi vî awayî dê zanyariyên zêdetir bide bîner, guhdar û xwînerên xwe. Her wiha dê qada bername, belgefîlm, nûçe û raportên xwe yên li ser guherîna keşûhewayê berfirehtir bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê xebata bi Covering Climate Now re tevlî tora cîhanî ya rojnamevanan dibe û sûdê ji berhem û amûrên wan ên gihandina çîrokbêjiyê werdigire, ew jî dilniyayî dide rûmaleke berfireh û cihêreng a guherîna keşûhewayê.

Tora Medyayî ya Rûdawê hevkariya bi Covering Climate Now re mînakeke ji bo pabendbûna Rûdawê bi berpirsyariyên xwe yên civakî û terxankirina xwe ya ji bo baştirkirina jiyan û tenduristiya xelkê Herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê.

Covering Climate Now komeleyeke bi bandor e ku zêdetirî 500 saziyên medyayî yên li çaraliyê cîhanê li xwe digire. Ew saziyên medyayê ji televîzyon, radyo, rojname, kovar, enstîtûyên lêkolînê û zanîngehên li deverên cihê yên cîhanê pêk tên.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Peywendiyên Giştî

24ê Gulana 2023an