Tevgera Goranê biryar da Parlementoya Iraqê boykot bike

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Kenan Îsmaîl ragihand: “Îro bi piraniya dengan, Civata Giştî biryar da ku Tevgera Goranê parlementoya Iraqê boykot bike.”

 

Kenan Îsmaîl beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TV bû û diyar kir: “Îro Civata Giştî civiya û bi awayekî hûrgilî li ser hilbijartinan û çûna Bexdayê yan boykotkirinê gotûbêj kir. Di civînê de bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku Goran parlementoya Iraqê boykot bike.”

 

Îsmaîl herwiha eşkere kir: “Ev biryara Civata Giştî dê ji Civata Niştimanî re were şandin û biryara herî dawî, ew dê bidin.”

 

Biryar bû îro li ser mijara hilbijartinên 12ê Gulanê Parlementoya Iraqê bicive.

 

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî li ser daxwaza hinek parlementeran, ragihandibû ku îro dê di demjimêr 16:00an de civîneke awarte were pêkanîn, lê ji ber ku li parlementoyê hejmara pêwîst neciviya, rûniştin pêk nehat.

 

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 12ê Gulanê de hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatibû kirin.

 

Piştî ku encamên hilbijartinan hatin eşkerekirin, çend partiyên Kurdistanî ku di nav wan de Tevgera Goran jî hebû, îdia kirin ku sîstema dengdanê ya elektronîk rastiyê nîşan nedaye û daxwaz kirin ku dengên welatiyan bi destan werin jimartin.