Nasnameya pêşmergeyê şehîd hat diyarkirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nasnameya pêşmergeyê şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) ku di êrişa PKKê de şehîd ketibû hat diyarkirin.

 

Li gorî daxuyaniya PDKÎyê pêşmergeyê bi navê Qadir Kerimî şehîd ket û herwiha çend pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

 

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Qadir Kerimî û gelê Kurdistanê re hat xwestin.

 

PDKÎyê xwestibû li herêmê Keleşînê baragehekê ava bike, lê PKK ji wan re bibû asteng û ji wan re gotibû bê destûr hûn nikarin tevbigerin û hûn nikarin çalakiyên çekdarî pêk bînin, lewma çend rojan hêza PDKÎyê dorpêç kiribûn û îro jî êrişî wan kiribûn.

 

Îro danê sibê li navçeya Keleşînê ya li ser sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de derket. Mihemed Salih Qadirî nûnerê PDKÎyê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, di encama şerê îro de 2 pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dane.

 

 

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCKê Demhat Egîd li ser aloziya di navbera PKK û PDKÎ de gotibû, ew naxwazin di navbera wan û PDKÎyê de şer û alozî çêbibe. 

 

Li gorî Demhat Egîd, niyeta pêşmergeyên PDKÎyê li hember gerîlayên PKKê xirab bû û xwestine li wê deverê ere ji welatî û kolberan bistînin, PKKê jî bi rêya hinek kesan ji wan xwestibû vî karî nekin.