Mesrûr Barzanî: Şehîdên Qeladizê tim li bîra me ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Şehîdên karesata Qeladizê tim li bîra me ne.”

Rejîma Beasê 24ê Nîsana 1974an Qeladizê bombebaran kir.

Di vê êrişê de 134 kes şehîd ketin û 150 kes jî birîndar bûn.

Herwiha 200 xanî jî ji binî rûxiyan.

Gelek ji kesên ku şehîd ketin an birîndar bûn mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê wê dema ji ber êrişên Beasê çûbûn Qeladizê.

“Şehîdên vê karesatê tim li bîra me ne”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 50î a vê êrişa Beasê de peyamek belav kir û got:

 “Rejîma Beasê beriya niha bi nîv sedsalê Qeladizê bombebaran kir.

Rejîmê bi sedan kesên bêsûc şehîd û birîndar kirin.

Rejîmê sala 1982an jî dema li bajêr ji bo qurbaniyên bombebaranê xwepêşandan dihat kirin gule li xelkê reşandin.

Şehîdên vê karesatê tim li bîra me ne.”