Li Mêrdînê agir bi malekê ket: 7 kes bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê agir bi malekê ket û 7 kes ji ber dûmanê bi jehrê ketin.
Li taxa Tepebaşiyê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.
Dûmana agir bandor li 7 endamên malbatê kir û ew bi jehrê ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û 7 kes rakirin Nexweşxaneya Qoserê.
Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin û li ser sedemên derketina agir lêkolîn hatin destpêkirin.