Xelîl Şîrxulamî: Em Nêçîrvan Barzanî wekî dengekî zana yê Îraq û Kurdistanê dibînin
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê Xelîl Şîrxulamî diyar kir ku ew Nêçîrvan Barzanî wekî dengekî zana yê Îraq û Kurdistanê dibînin.
Cîgirê Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê Xelîl Şîrxulamî li ser gelek mijarên pêwendiyên wan bi Îraq û Herêma Kurdistanê rewşa herêmê ji bêjerê Rûdawê Nwêner Fatih re axivî.
Xelîl Şîrxulamî amaje bi gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Foruma Silêmaniyê kir û got:
“Ez dixwazim tekez bikim ku em birêz Nêçîrvan Barzanî wekî dengekî gelekî girîng, jîr û zana yê Herêma Kurdistanê û temamiya Îraqê dibînin.
Kesayetî, jîrî û azayî û hestê wî yê mirovî gelekî taybet e û balkêş e. Ez dixwazim vê yekê tekez bikim ku em li Îranê birêz Nêçîrvan Barzanî gelekî bi erenî nas dikin.
Ew li nava raya giştî ya Îranê û di nava siyasetmedaran de gelekî tê naskirin.”
“Em bi birayên xwe yên Kurd re hevsoz in”
Xelîl Şîrxulamî behsa pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê jî kir û got:
“Em heman netewe ne. Bi salan e koka me di dîrokê de yek e û gelek tiştên me yên hevbeş hene.
Di warê çand û kevneşopiyan de gelek tiştên me yên hevbeş hene. Em ji pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê gelekî kêfxweş in.
Em neteweyeke bira ne û me gelekî alîkariya hev kiriye. Di demên cuda yên dîrokê de me gelekî alîkariya hev kiriye.
Ev rastiyek e û ji ber wê hinek caran bilindî û nizmî di pêwendiyên me de çêdibin. Dibe ku ew jî ji ber pirsgirêkên biçûk bin yan jî ji ber xelet têgihiştinêkê.
Divê em balê bikşînîn ser wan warên ku biratiya di navbera her du neteweyan de bi pêş dixin. Ev gelekî girîng e.
Divê em hewl bidin bi rêya danûstandin û zanayiyê hewla çareserkirina wan nakokiyan bidin ku carinan dibin sedema bandorên biçûk li ser pêwendiyên me.
Em li vir bi birayên xwe yên Kurd re, bi Herêma Kurdistanê re hevsoz in.
Wekî hûn dizanin gelek kanalên me yên hevkariyê hene. Gelek kanalên me yên pêwendiyê hene. Pêwendiyên malbatî di navbera me de hene. Ev gelekî erênî ye.
Pêwîstiya min bi wê yekê heye ku alîkariya neviyên xwe yên Îran û Herêma Kurdistanê bikin ku hev nas bikin û ji bo bikarin bi hev re danûstandinê bikin.
Ew gelekî girîng e. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku pêwendiyên xwe bi başî bihêz bikin.”
“Her du alî dikarin pirsgirêkan çareser bikin”
Xelîl Şîrxulamî li ser pirsa “Gelo Îran di heyama çend salan de çima êrişî Herêma Kurdistanê dike?” jî wiha got:
“Nêrîneke me heye û hinek belge li cem aliyên Îranî hene û dilgiraniyên ewlehiyê hebûn ku Îsraîlî dixwazin li vir li vê herêmê bi bandor bibin û li hemberî Îranê hinek tiştan bikin.
Hinek belge û dokument jî di wî warî de hene. Baştirîn rê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan danûstandin û helwesta erênî ya her du aliyan e.
Ez gelekî bawer dikim ku bi zanayiyê her du alî dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.”
“Xelet têgihiştin bandorê li pêwendiyan dike”
Xelîl Şîrxulamî li ser êrişa mûşekî ya li mala Pêşrew Dizeyî û kuştina wî û keça wî jî anî ziman:
“Wekî min got belge hene ku Îsraîl dixwaze bandorê li herêmê bike. Ji kîjan alî ve em temaşeyî rewşê û mijaran dikin, divê em ji helwestên hev fam bikin.
Tu jî dikarî temaşeyî bûyera li Kîrmanê ya Îranê rû dabû binêrî.
Li gorî hinek belgeyan destê hinek aliyên derve tê de hebû. Zêdetirî 100 mirovên bêguneh di saetekê hatin kuştin.
Ji ber wê ez dibêjim divê ev bibin mijarên danûstandinên her du aliyan, ez fam dikin ku nêrînek heye. Nêrîneke xelet heye û jihevtêgihiştina xelet jî heye hin caran.
Ew jî dibe sedema bandorekî negatîf di navbera her du aliyan de. Pêwîst e her du alî ji hev fam bikin û ev ji bo pêwendiyên her du aliyan jî dê baş be.”
“Dilgiraniyên ewlehiyê hene”
Xelîl Şîrxulamî li ser êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê jî got:
“Ji aliyê Îranê ve hinek dilgiraniyên ewlehiyê li ser hinek çalakiyên komên terorîst hene ku hinek caran derbasî nav Îranê dibin û hinek çalakiyên neqanûnî û terorîstî li welatê me dikin.
Ev çend caran bûye mijara pêwendiyên di navbera berpirsên Îran û Herêma Kurdistanê. Baweriya min a bihêz heye ku em dikarin çareseriyekê ji vê yekê re bibînin.
Dibe ku şîroveyên me yên cuda li ser pirsgirêkê hebin. Di heman demê de, ew dê tiştekî baş be hewl bidin ku dilgiraniyên ewlehiyê yên hevbeş ji holê rakin.
Hûn dizanin, çend metirsiyên hevbeş ên ewlehiyê li ser Kurdistan û Îranê hebûn, bi taybetî DAIŞ.
Hûn bi ezmûna dîrokî ya hevkariya di navbera her du gelên me de di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de dizanin.
Ji ber vê yekê ez difikirim ku em dikarin bi danûstandinan encamên baş bistînin. Ew ne tiştek e ku dikare pêwendiya me biwestîne.
Ez wisa difikirim ku ev tiştek e ku dikare bi danûstandinên kûrtir di navbera her du aliyan de çareser bibe.”