Ciwanekî Efrînî li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Di 18ê Nîsanê de xortekî ji Efrînê yê bi navê Hemze Mûsa Ebdilqadir li ser riya Hewlêr - Gezne dema ku diçû kar, rastî bûyereke trafîkê hat û bi giranî birîndar bû.

Ebdilqadir ê ku bi giranî birîndar bû ji bo nexweşxaneyê hat rakirin, şeva derbasbûyî di nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê de tevî hemû hewildanan canê xwe ji dest da.

Malbata Ebdilqadir ragihadn ku heta niha nizanin çawa bûyera trafîkê çêbûye û çawa ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Li gorî zanyariyan Hemze Mûsa Ebdilqadir 35 salî bûye û ji nahiya Biliblê ya Efrînê ye.