TEV-DEM: Rêjîma Sûriyê demografya Til Hasil û Til Eranê diguhere

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), hikûmeta Sûriyê tohmetbar dike, ku hewl dide demografiya  herdu bajarokên Til Eran û Til Hasilê biguhere.

Di daxuyaniyekê de TEV-DEMê ragihand ku hikûmeta Sûriyê hê jî li ser hişmendiya înkarkirina Kurdan berdewam e û niha jî li herdu bajarokên Til Eran û Til Hasilê, ku heta berî kirîza Sûriyê, 125 Hezar Kurd tê de niştecî bûn, dibistanan dike cihên kerentînê, û li navçeyên cuda cuda yên wan herdu deveran qereçiyan kom dike.

TEV-DEM aşkere dike, ku komkirina qereçiyên Sûriyê li herdu bajarokên Til Eren û Til Hasilê, hewleke Hikûmeta Sûriyê ye ji bo guhertina demografiya wan navçeyan û tekez kir, ku ew weke hewlên Tirkiyê ye, ku li Efrînê û Serêkaniyê pêk tîne.

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye, ku Hikûmeta Sûriyê bi veguhistina qerçiyên navçeyên cuda cuda, û kerentînkirina wan di nav taxên herdu wan bajarokan de, xuya dike ku dixwaze vîrusa koronayê di nav Kurdan de belav bibe, û bi tûndî jî şermezar kir.

Herwiha TEV-DEMê daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistina UNICEFê kir, ku zextê li hikûmeta Sûriyê bike, ji bo ku navenda kerentînê li Til Eranê hilweşîne.