Beşek ji Ermeniyan hêj bi tirs in û nasnameya xwe vedişêrin

Amed (Rûdaw) -  Tevî ku 104 sal bi ser qirkirina ermeniyan re derbas bûye, lê beşek ji Ermeniyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn ji tirsa heta niha jî nasnameya xwe vedişêrin. Di heman demê de beşek ji Ermeniyan jî dest bi zindîkirina nasnameya xwe kirine.

 

Li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê hinek kesên ku paşê hîn bûne ku Ermenî ne ji nû ve dest bi zindîkirina nasnameya xwe kirine, lê hinek ji wan hêj bi tirs in û xwe vedişêrin.


Dara Gunal beriya demekê jî Emeniyeke nepenî bû. Dê û bavê wê jê re nedigotin ku ew Ermenî ye. Lê piştî ku pê hesiya ew ji malbata Ermeniyên Amedê ye, ji nû ve bû krîstiyan.


Dara Gunal ligel ku Ermenî ye jî aliyekî xwe Kurd dibîne. Lewre ew dibêje êşa ku Ermenî û Kurdan kişandiye nêzî hev in û ew herdu nasnameyên xwe jî weke tercîhek diparêze.


Derbarê komkujiya ser Ermeniyan de Ermeniya Amedê Dara Gunal ji Rûdawê re got: “Hêj pêvajoya 1915an didome. Hezar mixabin hêj didome. Ez bi xwe bi eşkera dibêjim ez Ermenî me. Lê mixabin nifşê ji me mezintir, bav û kalên me hêj bi wê tirsê dijîn. Hê jî ditirsin ku wê tiştekî bê serê wan û serê zarokên wan. Ji ber vê yekê ji pêşeroja ciwanan pir ditirsin. Hê jî di nava malbata me ji tirsan qala ermenîbûna me nayê kirin.”


Ermeniyên ku heta sala 1915an jî li Amedê û bajarên din ên Kurdan dijiyan, piranî zenaetkar bûn. Huseyîn Yel ku ew jî piştre pê hesiyaye ku Ermenî ye, karê torneyê dike. Ew dibêje li bajarekî ku hejmara misilmanan pir zêde bin, jiyana krîstiyanek gelek zehmet dibe.


Ermeniyê Amedê Huseyîn Yel jî got: “Niha nifşekî nû li pey me tê. Ez bawer im ew dê ji me wêrektir bin. Bavê min nediwêrî qala ermenîbûna xwe bike. Tim vedişart. Lê ez niha dibêjim Ermenî me. Ez ne weke bavê xwe me. Bawer im zarokên min jî dê ne weke min bin. Ew dê ji me hêsantir qala nîjada xwe bikin.”


Berê li kuçe û kolanên Amedê şopa Ermeniyan bi awayeke berbiçav hebe jî hejmara Ermeniyên ku xwedî li nasnameya xwe derdiketin kêm bûn. Lê di nava 10 salên dawiyê de hejmara wan her ku diçe zêde dibe. Beşek ji wan êdî xwe di nava civakê de venaşêrin û hebûna xwe derdixin pêş.


Serokê berê yê Weqfa Ermeniyên Amedê Gafur Turka jî dibêje: “Ez bawer im li tevahiya Bakur ên ku bi xwe hesiyane hejmara wan çiqas tune be bi dehan hezar kes hene. Ev hejmar çiqas diçe zêde dibe û ez bawerim dê hinekî din jî zêdetir bibe.”


Di 24ê Nîsana 1915an de di serî de li bajarên Tirkiyê li gelek bajarên Kurdan fermana Ermeniyan hate rakirin. Li gorî Ermeniyan di vê heyamê de milyonek û nîv Ermenî hatin qirkirin. Lê li gorî Tirkiyeyê ev koçberiyeke bi zorê bû