Nêçîrvan Barzanî Cejna Newrozê ya berpirsên Îranê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameya pîrozbahiyê ji Serokkomarê Îranê Mesûd Pezişkiyan û Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî re şand.
Li gorî medyaya dewletî ya Îranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya Newroz û sala nû nameya pîrozbahiyê ji rayedarên payebilind ên Îranê re şand.
Barzanî bi vê minasebetê ji Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezişkiyan, Serokê Parlementoyê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Ebbas Îraqçî re nameyek şand.
Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de got,"Ez bi dilsozî Newroz û sala we ya nû pîroz dikim.
Hêvîdar im ku Newroz ji bo me û gelên herêmê bibe çavkaniya aştî, aramî û refahê û ji bo her kesî sala xêr û aramiyê be."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha rêz û spasiya xwe ji bo pêwendiyên dîrokî û hevkariya dostane ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de anî zimên.
Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtina hevpar, prensîpên cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar amade ye ku hevkariyê ji bo xurtkirina, pêşxistin û kûrkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de bidomîne.
Li Îranê Newroz wekî cejna serê salê tê qebûlkirin û li gorî Salnameya Hîcrî Şemsî sala nû bi Newrozê dest pê dike. Îran ketiye sala 1404an.