Li Êlihê belemek bin av bû: Kesek xeniqî

Dîmenê dema derxistina cenaze\ Wêne: Sabah

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li Gola Bendava Ilisuyê belemek bin av bû û welatiyekî ku di belemê de bû xeniqî.

Hat ragihandin ku welatiyên bi navên M.E. (56) û Î.K. (56) ji bo nêçîra masiyan li devera gundê Başari yê navçeya Bişîriyê bi belemê derketin Gola Bendava Ilisuyê.

Piştî demekê belema ku av tê de kom bû bin av bû.

Welatiyê bi navê Î.K. bi avjeniyê gihişt peravê lê M.E. di nav avê de winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehî û tenduristiyê û tîmên lêgerîn û rizgarkirina bin avê yên Rêveberiya Îtfayeya Şaredariya Êlihê gihiştin cihê bûyerê.

Di encama lêgerînan de cenazeyê M.E. hat dîtin.

Hat zanîn ku cenazeyê M.E. ji bo otopsiyê ji bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hat şandin.