Li Dîlokê êrişa bi çekan: 2 mirî

Cihê Bûyerê /Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alêbanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de 2 kes hatin kuştin.

Li Taxa Samê ya navçeya Alêbanê doh bi şev hinek kesên nenas bi demançeyê êrişî Fatih Tekin û Enes Şimşek kir.

Di êrişê de Fatîh Tekîn li cihê bûyerê mir û Enes Şîmşek bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Şîmşek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Alêbanê lê ew li nexweşxaneyê mir.

Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kir û ji bo desteserkirina êrişkaran xebat dan destpêkirin.