Li Mereşê bi hêza 4.4 pile erdhejeke nû çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurhaqê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.4 pile erdhejeke nû çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Înê 24ê Adara 2023an li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand li navçeya Nurhaqê ya ser bi parêzgeha Mereşê di demjimêr 16:10an de bi hêza 4.4 pile erdhejeke nû çêbû û kûrahiya wê 15 kîlometre bin erd bûye.

Her wiha Resetxaneya Kandilliyê jî ragihandiye ku li navçeya Nurhaqê bi hêza 4.3 pile erdhejeke nû çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.

Di heman demê de îro li navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhejeke din çêbûbû.