Li Sêrtê pevçûn: 1 mirî, 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrwanê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, îro 24ê Adarê di şerê du aliyan de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li Taxa Kufre ya Şêrwanê, îro 24ê Adara 2023ê di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber pirsgirêka erd şer derket. Di şer de her du aliyan êrîşî hev kirin û li dijî hevûdu çek bi kar anîn. Di encama şer de kesê bi navê H.D. hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin. 6 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û nexweşxaneyên taybet ên bajêr hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.