Li Rojhilatê Kurdistanê di erdhejê de 82 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya qeyrana parêzgeha Urmiyê ragihand, îro danê sibê erdhejek li bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiyê hejand û di encamê de 82 kes birîndar bûn.
li bajarê Xoy ê parêzgeha Urmiyê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 24ê Adarê demjimêr 06:16 erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû.
Rêveberê Qeyranan ê Ûarêzgeha Urmiyê Emir Ebas Caferî ji rojnamevanan re ragihand: “Di erdhejê de herî kêm 82 kes birîndar bûne.”
Caferî dibêje “Hinek ji birîndaran ji ber hilweşîna avahî, dîwar û xaniyan birîndar bûn, hinek jî di dema bezê de birîndar bûn.
Li bajarê #Xoy ê Rojhilatê #Kurdistan`ê ku hevsînor e ligel parêzgeha #Wan`ê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn. pic.twitter.com/iyu4F6zXaA
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 24, 2023
Li gorî rêveberiya qeyranê ya parêzgeha Urmiyê, 12 kes ji ber hilweşîna dîwar bi ser wan de birîndar bûne ku 5 kes ji wan bi sedema giraniya birînên xwe bo nexweşxaneya Urmiyê hatine veguhestin.
li gorî wê rêveberiyê; “Li bajarê Selmasê ku erdhej lê hat hîskirin, 70 kes ji tirsan dema direviyan birîndarbûnê û ji wan 60 kes piştî tedawiya li nexweşxaneyê ew şandin malê.
Piştî erdheja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêdetir ji 20 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.