Li Xarpêtê îstasyoneke trenê piştî 49 salan ji bin avê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xarpêtê îstasyona trenê piştî 49 salan ji bin avê derket ser rûyê erdê. Îstasyona ku sala 1940î li gundê Havikê yê Xarpêta Bakurê Kurdistanê hatibû çêkirin, sala 1974an bi çêkirina Bendava Kebanê re di bin avê de mabû û gundê Havikê jî hatibû veguhestin.

Niha ji ber hişkesaliyê ava bendavê 550 metre vekişiyaye û îstasyon careke din derketiye holê.

Welatî Şaban Ayar anî ziman, “Ev der berê îstasyona trenê bû. Ev gund gelekî qelebalix bû. Herwiha li vê derê kana kromê hebû, mehden ji vê derê dihatin veguhestin. Piştre bendav hat avakirin û îstasyon di bin avê de ma û gund jî hat veguhestin.”

Tevî 49 salên di bin avê de îstasyon bi temamî hilneweşiyaye û kesên temen dirêj, ji bo bîranînên xwe serdana vê derê dikin.

Welatî Şaban Ayar got, “Dîrok heye û mirov têne vêderê bîranînên xwe nû dikin. Bîranînên wan ên berê hene û tên li vêderê digerin. Ev jî tiştekî xweş e. Bi bîranînan dijîn.”

Çêkirina Bendava Kebanê ya di navbera parêzgehên Xarpêt û Dêrsîmê de sala 1965an dest pê kir û sala 1974an temam bû. Ji ber bendava ku bi armanca berhemanîna enerjiya elektrîkê hat avakirin 25 hezar mirov ji gund û warê xwe bûn.