Li Herêma Kurdistanê dibistan tenê bo pola 12ê vedibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê, deriyên dibistanan nayên vekirin, tenê dê pola 12 ya amadeyî dest bi xwendina rûbirû bike.

Serokê Lêjneya Perwerde û Xwndina Bilind a Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî ragihand ku girtina deriyên dibistanan dê bihê dirêjkirin û ji pola 1 ya bineretî heya 11ê amadeyî naçin dibistanan, tenê 12a amadeyî bi hemû beşên xwe ve dê dest bi proseya xwndina ribirû bikin.

Dirêjkirina dema daxistina dibistanan jî heya wê demê ye ku Lêjneya Bilidn ya Rûbirûbûna Koronayê dicive û biryara xwe dide.

Ebdulselam Dolemerî da zanîn ku ew biryar jî li gorî raporên Wezareta Tendirustî ya Kurdistanê hatine dayîn.

Komîteya Xwendinê ya Parlementoya Kurdistanê daxwazê dike ku bêhnvedana xwendinê bê dirêj kirin , ji ber ku niha tûşbûn bi coronayê zêde bûye . 

Herwiha daxwazê dike ku tenê pola 12 biçe dibistan û bêhnvedn bo polên din berdewam be.