Cade û bazarên bajarê Colemêrgê ji ber Koronayê girtine

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê tevî wergirtine tedbîrên li dijî vîrusa koronayê heta niha rewşa awarte ne hatiye ragihand, lê bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê cade û bazarên wê vala mane û xelk j tirsa vîrusê di malên xwe de man e.  Her wiha tîmên şaredariyê li navenda bajar û bajarokên Colemêrgê berdewam cade û kolanan bi avê dişon û paqij dikin.

Cade û bazarên bajarê Colemêrgê bêdeng û mat in, ji xeynî vekirina dermanxane, firne û çend dikanan, beşa herî zêde ya dikandaran di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de dikanên xwe venekirine. Ew kesên li ser cadeyan jî tên dîtin, bi tiliyên dest tên hejmartin û bo kirîna pêdiviyên rojane ji malên xwe derketine.

Welatiyek dibêje: “Li Colemêrgê niha yên pêdiviya wan bi kirîna kel û pelan heye tên derve, ji xeynî wan xelk di malên xwe de dimînin. Bi piştîvaniya Xwedê vê rewşê derbas dikin. Berê zimênî ji van cadeyan dihat, qerebalix bûn, lê niha kesên pêdiviya wan bi tiştekî hebe tên derve û piştre yekser vedigerin malên xwe."

Cadeya ku dikeve navenda bajêr, di rojên normal de yek ji cihên herî qerebalix ên bajêr bû û tejî xelk bû, lê niha ji ber belavbûna vîrusa koronayê û mana xelkê di malên xwe de heta astekî gelekî vala ye.

Welatî Selîm Acar jî got: “Temaşeyî Colemêrga berê û Colemêrga niha bikin. Ji ber vîrusa koronayê cadeyên Colemêrgê vala ne, berî vê rewşê ser cadeyan tejî xelk bû. Xelk xwe diparêzin."

Tîmên şaredariyê li navenda bajar û bajarokên Colemêrgê berdewam cade û kolanan bi avê dişon û paqij dikin.

Li aliyê din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin û ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest didin ber bi zêdebûnê ve diçe. Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha 37 kesan ji ber koronayê canê xwe ji dest dane û ew virus jî gehiştiye hezar û 529 kesan.