Navenda Nûçeyan - Encûmena Yasadanînêya Kantona Cizîrê daxwaznameya destijkarkişandina Hediya Yûsif ji hevserokatiya Kantona Cizîrê pejirand.
Duh Encûmena Yasadanînêya Kantona Cizîrê civîneke awarte li navenda xweya li Amûdê li dar xist.
Hevseroka Encûmena Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîka Rojava - Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif di civînê de, amade bû.
Di civînê de mijara daxwaznameya destijkarkişandina Hediye Yûsif ji hevserokatya kantonê li gorî madeya 54 a hevpeymana civakî, hate gotûbêjkirin û daxwaznameya Hediye Yûsif hate pejrandin.
Li gorî raghandna Dîwana Encûmena Yasadanînêya Kantona di heyama 10 rojan de, ji bo diyarkirina hevserokeke nû, dê deriyê kandîdkirinê vebe.
Hevdem fermandariya hevbeş a Kantona Cizîrê daxwaznameya Ekrem Heso ji Serokatiya Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê pejirand û karê pêkanîna encûmena cîbcîkar hate spartin bo Ebdulkerîm Saroxan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse