13 sal bi ser wefata Seydayê Tîrêj re derbas bûn

24-03-2015
Xalid Cemîl Mihemed
Seydayê Tîrêj
Seydayê Tîrêj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Helbestvanê kurd Mela Nayifê Heso, ku bi nasnavê “Seydayê Tîrêj” navdar bû, sala 1923an li gundê Nicim ê ser bi parêzgeha Hesekê ve hate duniyayê.


Di şeş saliya xwe de ligel malbata xwe, li gundê Sêmitik bi cih dibe.


Li Sêmitik, Tîrêj li li ser destê Mela Birahîmê Golî, Quran û çend pirtûkên olî xwendiye.


Sala 1937an hate bajarokê Amûdê û li wê derê 5 salan li dibistanê xwend. Lê bi sedema hejariyê xwendina xwe berdewam nekir.
Her li Amûdê, pêwendiyên wî ligel helbestvanê kurd Cigerxwîn pêk hatin.


Êdî bandora Seydayê Cigerxwîn li ser wî hebû, ku guhdan bi ristina helbestan kir, herwiha kurdperwerî ji xwe re kire rêbaz, lewma ew jî tevlî Komeleya Xoybûnê bû.


Sala 1952an li ser destê asayişa Sûriyê ve hate girtin, ku di wê bûyerê de dîwanek ji helbestên wî yên nebelavbûyî jê hate standin.
Sala 1973an li bajarê Hesekê bi cih dibe.


Seydyê Tîrêj 3 caran hate xelatkirin. Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê, 1995, xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî, 1998, li Hewlêrê û xelata Koma Helebce ya Folklorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, 2001.


Roja Şemiyê 23ê Adara 2002an, li bajarê Hesekê kete wexera xwe ya dawiyê û hejmarek ji berheman li pey xwe hişt, ku ji wan jî: Dîwana Xelat, dîwana Zozan, dîwana Cûdî, Serpêhatiyên Kurdan û Mûlida Kurdmancî.


Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Seydayê Tîrêj bi cilûbergên kurdî, lîlandin û gulan guhastin goristana gundê Gir Keftar ê ser bi bajarê Hesekê ve û şîneke berfireh jê re hate lidarxistin, ku weke rêzgirtinekê bû ji Seydayê Tîrêj re.


Lê piştî koçbûna wî, ku li gorî gotian piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê, daxwaz ew bû ku ev rêzgirtin di saxbûna wî de jî, jê re bihata kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst