Rêya navbera Erzerom û Artvinê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya navbera parêzgeha Artvinê ya Tirkiyê û parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê di encama ketina keviran ji berwariyê zerar dît û rê ji çûnûhatinê re hat girtin.

Parêzgarê Artvinê ragihand ku roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an li herêma Tunela Bendava Deriner li ser rêya parêzgehên Artvin û Erzeromê ji ber ji berwariyê kevir ketine ser rê, zerat çêbûye û rê ji çûnûhatinê re hatiye girtin. Herwiha Parêzgar diyar kiriye ku her sal bûyerê bi vî awayî çêdibin lê îsal ji ber berfa zêde herîfîna axê û ketina keviran zêdetir bûye.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Artvinê ji bo vekirina rê tîmên berpirs hatine agahdarkirin û piştî tespîtkirina zerarê dê dest bi paqijkirin û çêkirina rê bê kirin. Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku heta demekê welatiyên dixwazin biçin Erzeromê rêyeke din bikarbînin.

Beriya çend rojan li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî bûyereke bi vî awayî çêbûbû û ji aliyê pisporan wek bandora erdheja 6ê Sibatê  hatibû nirxandin.