Dayika Gulten 18 roj in li benda cinazeyê kurê xwe ye
Hatay (Rûdaw) - Dayika Gulten Topçu, ev 18 roj in li taxa Armutlu ya Antakyayê, li ber kavilên xaniyê xwe li benda derxistina cinazeyê kurê xwe Elî ye. Lê heta niha hêj cinazeyê kurê wê nehatiye dîtin. Dayika Gulten dibêje ger di rojên ewil de dewlet bihata hawara wan, dê kurê wê bi saxî bihata dîtin. Niha tekane daxwaza Dayika Gulten ew e ku, kurê wê Elî di bin kavilan de bê derxistin û jê re gorek çêbike.
Dayika Gulten Topçu ya 62 salî, her roj ji kampa xwebexşan a li navçeya Defneya Hatayê, bi hêvî û bendewariya ku kurê wê Elî yê di bin kavilên erdhejê de maye bê dîtin birê dikeve û diçe ser kavilên mala xwe.
Di şeva erdheja 6ê Sibatê de, kurê Dayika Gulten Eliyê 25 salî bi tenê li malê bûye. Dayika Gulten li gel hevjînê xwe yê nexweş li navçeya Samandagi bûne û ancax karibûne piştî 3 rojan bigîhîjin hawara kurê xwe.
Mexdûra erdhejê Gulten Topçu dibêje "Beriya erdhej çêbibe bi telefonê ez bi kurê xwe re axivîm. Wekî ku me yê êdî hev nedîta me xatir ji hev xwest. Ax! Ka yanê me yê hev bidîta! Ka em ê hev bibînin! Soz da min got em ê hev bibînin. Min serî li her cihê da. Lê ekîb ancax piştî 12 rojan hatin kavil kolandin."
Dayika Gulten Topçu, ev 18 roj in ku li kolana Sogutlu ya taxa Armutlu ya Antakyayê, li ber kavilên xaniyê xwe li benda derxistina cinazeyê kurê xwe Elî ye.
Gulten Topçu got jî "Ger di wextê xwe de bihatina ma wê wiha bibûya? Kurê min sax bû, wê bihata dîtin. Lê me nexistin şûna mirovan, bi me re eleqedar nebûn, nehatin hawara me! Qet qîmeta canê mirovan tune ye, ma canê mirov evqas erzan e! Bila kurê min bibînin. Qey ez pir tişt dixwazim. Heta niha ji bo min tişt nekirin. Qe nebe bila niha kurê min bibînin."
Li bajarê Antakyayê û li herêmên din ên erdhejê; wek Dayika Gulten, bi sedan, belkî bi hezaran dayik û bav di nav tax, kolan û xanîyên wêrane û kavilbûyî li benda derxistina zarok û kesûkarên xwe ne, da karibin şîna xwe bigrin.