Hezex/Şirnex - Helîkopterên şer bajêr didin ber rokêtan!

Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şerekî giran derketiye. Helîkopter û tank bajêr didin ber rokêt û topan.

Ev çend roj in li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û şervanên YPSê de derketiye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê helîkopterên leşkerî jî tevlî operasyonê bûn û bajêr didin ber rokêtan.

Hinek çavkanî jî dibêjin, helîkopteran li komek şervanên PKKê yên ku dixwastin derbasî nav bajêr bibin, dane.

Hezex ji aliyê tank û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.