Hezex li ser rêya Yekîtiya Ewropayê ye



Düsseldorf (Rûdaw) - Ji bo geşteke agahdariyê, Komeleya Hezexiyan ya li bajarê Almanya Stuttgartê kesên eleqeder dawetî sefereke ji bo navenda siyaseta Ewropayê, Bruksela paytexa Belçîkayê dike. 

Geşt 13ê vê mehê ye, lê kesên ku bixwazin tevlî bibin wê şeva beriya wê, ango 12ê mehê, ji Freiburgê bi otobûsê bikevin rê û di ser Stuttgart, Frankfurt û Köln de derbasî Belçîkayê bibin.

Di nava roja geştê de, ku serê sibeyê seet 7 li Brukselê destpêdike, wê seredana Parlementoya Ewropayê, şopandina konferansa navnetwî ya derbarê Komkujiya Helebçeyê de, serdana nûneratiyên BDPê û hikûmeta Herêma Kurdiatanê û seredana çendîn parlementerên Parlamentoya Ewropayê hebin. 

Ji bo agahiyên berfirehtir:
www.hezex.eu