Li Zaxoyê şer: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zaxoyê 2 parêzvanên sînoran hatin kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da zanîn ku di navbera gerîlayên PKKyê û parêzvanên sînoran de şer derketiye.

Li gorî agahiyên ku Xerîb Mecîd dane, şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye,  2 parêzvan hatine kuştin û parêzvanek jî birîndar e.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir şer li gundên Sorya û Şîlanê rû daye.

Parêzvanên Sînoran di bin banê Wezareta Parastinê ya Îraqê de sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê diparêzin.

Hemû parêzvanên ku li ser sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê ne Kurd in.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du parêzvanên ku canê xwe ji dest daye Kurd in û navê yekî Mêhvan Nacî ye û navê yê din jî Elî Remezan e.

Parêzvanekî sînoran ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer qewimiye lê heta niha ti carî di navbera parêzvanên sînoran û PKKyê de pevçûn çênebûne û ew sedema vê êrişê nizanin.

Li hêla din, navê parêzvanê birîndar jî Bêwar Celîl Îbrahîm e û ew li Zaxoyê tê dermankirin.