AMED – Qeyûm taxa Fabrîqeyê hildiweşîne: Welatî ne razî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ku ji aliyê qeyûmê ve tê birêvebirin dest bi hilweşandina xaniyên taxa Fabrîqeyê (Dokuzçeltik) kir.

Taxa Fabrîqeyê yê navçeya Yenîşehirê li ser 90 donim erd hatiye avakirin û nêzîkî 370 xanî lê hene.

Qeyûm bi hinceta ku şêniyên taxê li ser erdê xezîneyê wate yê dewletê xaniyên xwe ava kirine, Çiriya Paşîna 2021ê biryara hilweşandina taxê dabû.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ragihand ku tîmên şaredariyê, zabitayên şaredariyê û hêzên ewlehiyê danê sibehê bi hejmareke zêde ya makîneyên kar taxa Febrîqeyê dorpêç kir.

Tîman dest bi hilweşandina xaniyan kir û polîs û zabitayan rê neda ku kes bikeve taxê.

Şêniyên taxê nerazîbûn nîşan da û got:

“Kelûpel û tiştên me di nav xaniyan de ne û ji me re demekê diyar nakin ku em xaniyekî ji xwe re bigirin û tiştê xwe vala bikin.”

Xwediyên xaniyan anî ziman:

“Em zêdetirî 40 sal in li vê taxê dijîn û ev erd mafê me ye û divê me ji vê taxê dernexin.”

Şêniyekî din ê taxê jî ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo malan pereyekî kêm didin ku ew nikarin pê xaniyekî nû bikirin.