Demirtaş: Divê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê bikeve hilbijartinê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ragihand ku divê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê rewşa krîtîk li ber çav bigre û bi yek lîsteyê bikeve hilbijartinan.

Piştî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dê 14ê Gulana 2023ê hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê bên kirin, xebatên bo hilbijartinan zêde bûne.

Selahattin Demirtaş îro li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi navê kîjan partiyê beşdarî hilbijartinê dibe bila bibe, lê ez hêvî dikim rewşa krîrîk li ber çav bigre û bo parlamenteriyê bi yek lîsteyê bikeve hilbijartinan.”

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê îro Sêşemê 24ê Çileya 2023ê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bicive û nexşerêya hilbiartinê ya tifaqê bê gotûbêjkirin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê.

Li gor dema qanûnî, biryar bû di 18ê Hezîrana 2023an de li Tirkiyê hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê bên lidarxistin, lê belê Erdogan ragihand ku hilbijartin dê mehek zûtir û di 14ê Gulanê de bê kirin.