Du karsazên Kurd ji Ewropayê alîkariya malbatên li Kurdistanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Herdu karsazên Kurd ên li Almanyayê Rûken Yeşilbingol û Îhsan Çatak biryar dane, bo heyama 6 mehan alîkariya 120 malbatên ku rewşa wan ji ber Covid-19ê xirab bûne bikin.

Karsazên ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê Yeşilbingol û Îhsan Çatak ku li Almanyayê dijîn, beşa yekem a alîkariya ku ji xurekê pêk tê, ji  120 malbatên li Amed û Sêrtê re şandin.

Rûken Yeşilbingol û Îhsan Çatak, herdu jî eslê xwe ji Gimgima Mûşê ne. Rûken Yeşilbingol li Almanyayê ji dayîk bûye û li wê derê dijî. Pispora hiqûqê ye û her wiha karê wergêrê jî dike.

Karsaz Rûken Yeşilbingol ji Rûdawê re ragihand ku wan helmetek alîkariyê dane destpêkirin û armanc dikin ku bi qasî 6 mehan, her meh alîkariya malbatên ku ji ber şewba Covid-19ê di nava qeyranê de ne bikin. Vê mehê alîkariya xwe gihandin 55 ji Sûra Amedê, 25 ji Sêrtê 80 malbatên Kurd.

Yeşilbingol dibêje got: “Armanca me ew e ku, di demeke wiha zor de, divê têkiliyên me yên li gel civata me xurt bin û miletê me li hev xwedî derbikevin. Dibe ku em nikaribin bigîhêjin hemû malbatên xwe, lê ji bo destpêkê ne karekî xirab be. Herwiha, armanca me ew e ku em ji miletê xwe re bibin derman.”

Herwiha Yeşilbingol da zanîn ku ew hemû danûstandinên xwe yên bazarê, ji esnafên Kurd dikin û wiha pê de çû: “Tiştên ku me ji wan standin jî em digihêjînin malbatên Kurd. Bi vî avayî, em dixwazin civaka me bi giştî sûdwerbigre ji vê helmetê. Di paketa ku em didin amadekirin de, ji bo sexbêriya malbatekî ya 2 mehan, tiştên cûrbicûr hene. Mînak; birinc, savar, rûn, şekir, çay û tiştên bi vî rengî.”

Rûken Yeşilbingol di heman demê de diyar kir ku wan biryar dane ku 6 mehan ango heta meha Remezanê, her heyv herî kêm 120 malbatan re bibin alîkar û got: “Hin xêrxwazên dîn jî hebin em dikarin ku hejmara malbatan zêde bikin.”

Îhsan Çatak jî da zanîn ku ew dê bi rêya Hereketa Zimanê Kurdî alîkariyên xwe bo ser malbatan ve dabeş bikin û herwiha spasiya kesên di beşa yekem de ji aliyê lojîstik ve bûne alîkar kir.

Derbarê dabeşkirina alîkariyan de Koordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan jî got ew dê lîsteya malbatên hejar ji muxtaran werbigrin û li gor wê alîkariyan dabeş bikin.