Baroya Amedê û IHD: Divê siyasetmedarên girtî demildest bên azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Baroya Amedê û Şaxa IHDê ya Amedê ku li gel siyasetmedar, nivîskar û parêzerên girtî hevdîtin pêk anîn, bang li Wezîrê Dadê û aliyên peywendîdar kir ku demildest ew girtî bên azadkirin.

Şandeke berpirsên Baroya Amedê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Amedê, roja 21-23ê Çile li gel Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Bekîr Kaya, Selçuk Kozagaçli, Osman Kavala, Ahmet Altan û Selahattîn Demîrtaş hevdîtin pêk anîn ku niha di zindanê de ne.

Şanda hevbeş derbarê hevdîtinên li gel zindaniyan, daxuyaniyek belav kir û tê de behsa rewşa li zindanan û herwiha greva bircîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin ku li girtîgehan tecrît û îzolasyon gihîştiyeke asteke bilind û behsa wê hatiye kirin ku li Girtîgeha Kandira ku zindaniyên jin lê dimînin, “bi awayekî keyfî dest bi ser hemû belgeyan de hatiye girtin” û hatiye tekezkirin, “di vê rewşê de mafê bersivdayîna tometan yê wan jinan ji wan hatiye standin ku her yek ji wan derbarê wan de gelek doz hatine tomarkirin. Mafê dadgehîkirina dadperwerane hatiye binpêkirin.”

Her di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, di hevdîtinan de nîqaş li ser reftara dadweriya Tirkiyê ya li hember Kurd û mixalîfan hatiye kirin ku “berevajî yasayên navxwe û navdewletî ye û du standard e. Zindaniyan amaje bi girtina xwe ya keyfî kirin û nîgeraniyên xwe derbirîn ku daraz têkilî siyasetê bê kirin.”

Şanda Baroya Amedê û Şaxa IHDê ya Amedê di daxuyaniya hevbeş de diyarkirin, zindaniyan tekezî li ser wê kirine, di rewşa niha de ku “dadgeh biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) nas nakin, ewlekariya yasayî ya hemwelatiyan ji holê rabûye, dadgeh di bin zexta siyasetê û li gor pêşhatên siyasî tevdigerin û biryar didin û di encamê de jî bi hezaran kes weke wan hatine zindanîkirin.”

Di daxuyaniya wê şandê de behsa azadnekirina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hatiye kirin tevî biryara DMMEyê û ev yek wek “amajeyeke keyfîyetê”hatiye binavkirin û hatiye gotin, “Em bang li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) û Wezîrê Dadê dikin, tişta pêwîst bikin derbarê wan endamên darazê de ku pabendî Destûr û yasayan nabin.”

Herwiha wê şandê di daxuyaniya xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku ew girtiyên siyasî demildest bên azadkirin ku “mafên raderbirîn, azadiya şexsî, ewlekarî, xebatên siyasî û dadgehîkirina dadperwerane hatiye binpêkirin.”