Şaredariya Pulurê lîsteya dahat û lêçûnên xwe wiha eşkere kir

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê, Şaredariya Navçeya Pulurê weke her sal, îsal jî lîsteya dahat û lêçûnên şaredariyê daliqande ser avahiyê.

 

Fatih Mehmet Maçoglu ku di sala 2014an de dema weke Serokê Şaredariya Pulurê ya Dêrsimê hat hilbijartin, diyarkiribû ku ew ê di rêveberiya şaredariyê de siyaseta şefafiyetê cîbicî bike.

 

Maçoglu lîsteya dahat û lêçûnên şaredariyê yek bi yek daye nivîsandin û li ser avahiya şaredariyê daliqand.

 

Serokê Şaredariya Pulurê Fatih Mehmet Maçoglu ku bi encûmenên gel, gihandina bêberamber û çandiniya sirûştî navdar bûye, dahat û lêçûnên sala 2018an li ser avahiya şaredariyê ji xelkê re eşkere kir.

 

Fatih Mehmet Maçoglu ku li nav gel weke "Serokê Komunîst" tê nasîn, ji bo hilbijartinên 31ê Adarê ragihandiye ku namzetê Şaredariya Dêrsimê ye.