Ebdulhekîm Beşar 3 şertên xwe eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ebdulhekîm Beşar 3 şertên xwe eşkere kirin û got, "Xwe ji PKKyê qut bikin. PKKyê qedexe bikin. Kesên biyanî derxin.”
Amerîka û Fransa hewl didin ku Kurd bi hev re herin Şamê lê partiyên Kurdan hîn nebûne yek.
Demên dawiyê bi taybetî hewlên ji bo ku Kurd bi hev re herin Şamê zêde bûne û bi taybetî Şêx Murşid Xeznewî roleke bibandor digerîne.
Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê û Nûnerê ENKSyê Ebdulhekîm Beşar, li Şamê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz bersivandin.
Ebdulhekîm Beşar got, “Em heta niha bi Colanî re rûneniştine” lê eşkere kir ku hevdîtinên wan bi aliyên cuda re hene.
Ebdulhekîm Beşar li ser egera diyaloga partiyên Kurdan jî wiha axivî:
“Heta destê Qendîlê ji Rojavayê Kurdistanê dernekeve zehmet e em bên cem hev.”
Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê ragihand ku ew ji bo Kurdan federalîzmê dixwazin lê HSD behsa “biratiya gelan” dike û ne diyar e bê ma ji bo Kurdan çi dixwazin.
3 şert
Ebdulhekîm Beşar 3 şertên xwe yên ji bo diyalogê wiha eşkere kirin:
“3 şertên me hene: Xwe bi carekê ji PKKyê qut bikin. PKKyê qedexe bikin. Kesên biyanî derxin.”
Ebdulhekîm Beşar li ser şervanên ne Sûriyeyî got, “Li cem me çi dikin?” û diyar kir ku “Divê biryar di destê Kurdên Sûriyeyê de be.”
Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz got, “Ji peyamên Colanî diyar dibe ku ew li dijî federalîzmê ye” û pirsî “Nêrina we ya li ser federalîzmê çi ye?”
“Em dixwazin ku Kurd xwe bi rê ve bibin”
Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku “Federalîzm nayê wateya parçebûna Sûriyeyê” û pê de çû:
“Navê wê çi be jî em dixwazin ku Kurd xwe bi rê ve bibin, ne xelk me bi rê ve bibe.
Ev cihê diyalogê ye. Ev ne biryara Ehmed Şer (Colanî) bi tenê ye.
Divê xelkên Sûriyeyê biryara xwe bidin. Dê hemû netewe di avakirina Sûriyeya nû de rola xwe bilîzin.
Li gorî ku ez dibînim piraniya wan dixwazin ku ew xwe bi rê ve bibin.”
“Em dê bixwazin ku Kurd deverên xwe îdare bikin”
Ebdulhekîm Beşar li ser bangên ku HSD çekan deyne û tevlî artêşa Sûriyeyê bibe jî got:
“Ev ne di destê min de ye û ne biryara min e. Îro rejîmeke nû ava dibe û dê bixwazin ku yek artêş hebe.
Lê dema destûr çêbû em dê bixwazin ku Kurd deverên xwe îdare bikin.
Em dê bixwazin leşkerên Rojê devera Kurdî îdare bikin. Em dê vê bixwazin.
Ji ber ku ne qanûnî ye ez bahwer nakim Ehmed Şer HSDyê qebûl bike.”
3 şertên Ebdulhekîm Beşar: "Xwe ji #PKK'yê qut bikin. PKKyê qedexe bikin. Kesên biyanî derxin"
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 23, 2024
📌 Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê û Nûnerê ENKSyê Ebdulhekîm Beşar li Şamê ye
🎙️ Ebdulhekîm Beşar: Em heta niha bi Colanî re rûneniştine
🎙️ Heta destê Qendîlê ji… pic.twitter.com/Slf8VDa4wx