Çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êriş kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku çekdarên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrezorê êriş kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên DAIŞê êrişî wesayîteke wan kir.
“Bi motorsiklêtan êriş kir”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê îro li ser rêya bajarokê Muheymîdayê yê Dêrezorê bi motorsiklêtan êrişî wesayîteke Têkoşîna Dijî Naroktîkê kir.
Di encama êrişê de du endamên hêzên me birîndar bûn. Lê piştî ew her du endam hatin tedawîkirin, niha rewşa wan baş e.”
“Êrişên DAIŞê zêde bûne”
Hêzên Ewlehiyê her wiha da zanîn ku di van demên dawî de, ji ber valahiya ewlehî li hin herêmên li rojavayê Firatê çalakiyên şaneyên DAIŞê zêde bûne û got:
“Hêzên me li hemberî têkbirina van gefan hewldanên xwe didomînin.
Hêzên me teqez dikin ku ew dê bênavber bi ser van komên terorîst de bigirin, dê ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin.
Li kêlek wê jî hêzên me li gorî delîlên di nava destên wan de lêpirsînên xwe didomînin ku wan sûcdaran bigirin."