Li Dilokê mirina biguman a ciwanekî Efrînî: Perçeyên laşê wî hatibûn derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyeke bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî Efrînî yê 25 salî bi navê Ehmed Doran Mejîd, canê xwe ji dest da.
Tirkiyeyê termî Ehmed Doran Mejîd veguhast bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.
Piştî veguhastina termê Ehmed Doran Mejîd, ew li goristana gundê wî, Erebwêranê yê nahiyeya Şerayê xakê hat spartin.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji malbata ciwanê canjidestdayî wergirtine, Ehmed Doran Mejîd roja 10 Tîrrmeha 2000î li Erebwêrana ji dayk bûye.
Ew ev 7 sal bûn li Tirkiyeyê niştecih bûbû.
Roja 10 Kanûna Pêşînê ya 2023yan li nexweşxaneyeke Dîlokê tê razandin û 17ê heman mehê canê xwe ji dest dide.
Ew roja 18 Kanûna Pêşînê jî li gundê xwe bi xakê hatiye spartin.
Serbrî Lutfî ku pismamê ciwanê navborî ye, ji Rûdawê de got ku endamên laşê Ehmed hatibûn deranîn.
Bi gotina Serbrî Lutfî di debarê sedema canjidestana wî de li ba wan guman çêbûye.
Çavkaniyên ku ji malbata Ehmed Doran ji Rûdawê re axivîne, dibêjin ku Ehmed gazin ji ti pirsgirêkên tenduristî nedikir.