DIHOK - Di şerê navbera PKK û hêzên Tirkiyeyê de gule li hin malan ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê di navbera Gerîlayên PKKyê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de li sînorê nahiya Dêrelokê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê, çend gule li malên welatiyan ketin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li nêzî gundê Sergeliyê yê navçeya Dêreloka Amediyê di navbera gerîlayên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de şer derket.

Li gorî dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, li nêzîkî gundê Sergeliyê dengê çekan tê bihîstin û gule li derî, dîwar û camên çend malan ketine.

Welatiyê gundê Sergeliyê Şêrwan Sergelî ji Rûdawê re got ku  şerekî dijwar di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de rû da.

Bi gotina Şêrwan Sergelî nêzîkî demjimêreke ew şer berdewam bû.

Şerwan Sergelî herwiha got ku ew guleyên li malên welatiyan ketine ji cûreya kelaşnikof bûn lê ti zerereke canî çênebû.

Piştî şer û pevçûnan balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser gund geriyan û ev yek di nava welatiyan de bû sedema tirs û fikara.