Navenda Kaşûnê ya Palandokenê bo serê salê amade ye

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Palandokenê li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo mêvanên serê salê amade ye. Salane bi hezaran geştyar ji bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û welatên din bo betlaneyeke xweş, serdana Navenda Kaşûnê ya Palandokenê dikin.

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji baştirîn navendên kaşûnê ye û niha berf lê nêzîkî metreyekê bilind bûye. Li Palandokênê derfetên kaşûnê ji bo profesyonelan û kesên dixwazin nû fêr bibin hene. Bi hezaran kes dikarin di demekê de kaşûnê bikin.

Rêveberên otelan amadekariyên xwe temam kirine, ji rewşa heyî razî ne û bi hêvî ne îsal li gor salên din bo wan saleke baştir be.

Rêveberê Otelê Omer Akça dibêje: “Îsal jî me demsala kaşûnê vekir. Ji 5ê Kanûnê ve kaşûnê destpê kiriye û em mêvanê xwe diezimînin. Piraniya mêvanê me xwecihî ne. Otelên me tijî bûne û heta meha Sibat û Adarê jî cîh veqetandine. Yên kaşûnê dikin gelekî kêfxweş in. Niha berf metreyekê bilind bûye. Bo serê salê gelek otelên me sedî 100 tijî bûne.”

Ji ber balafirxaneya Erzeromê nêzîk e ji welatan jî gelek geştyar bo betlaneya serê salê diçin Palandokenê daku demeke xweş derbas bikin.

Rêveberê Otelê Ali Gunay jî got: “26ê mehê ji Ukraynayê bo Erzeromê seferên Carter destpê dikin. Geştyarên xwecihî û biyanî dê serê salê betlaneyeke xweş derbas bikin.”

Parêzgeha Erzeromê di nav parêzgehên Bakurê Kurdistanê de yek ji parêzgehên herî sar e, sektora geştyariya zivistanê yek ji dahatên sereke yên vê parêzgehê ye. Li gor amarên Rêveberiya Geştyarî û Çandê ya Erzeromê sala borî, milyonek û 23 hezar û 64 geştyaran serdana Erzeromê kirine.