Tirkiyê careke din Zirgan û derdora wê topbaran kir: 7 sivîl birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî careke din Artêşa Tirkiyê nahyeya Zirgan û gundên derdora wê topbaran kirin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gor medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, şeva borî careke din Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê, bajarokê Zirgan û gundên derdora wê li bakurê Hesekê topbaran kirine, di encam de 7 kes birîndar bûne û hemû bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hatine veguhastin.

Li gor heman çavkaniyan, kesên birîndar Cemîl Îsa, Beşar Cemîl Îsa, Xidir Ehmed Ugle, Beşîr Itêwî, Ebdulkerîm el-Hamid, Fatime Elî Mehbûb a 35 salî ku xelka Zirganê ye û Seîd Fetah bi mebesta çareseriyê bo nexweşxaneyên Dirbêsiyê hatine şandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî belav kiriye ku gundên Dada Ebdal, Um Hermele û Metmûre, herweha bajarokê Zirganê bi giranî hatine topbarankirin, piştî ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar nikarîbûn derbasî nav gundê Um el-Kêf bibin.

Li gor HSDê, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar sê caran hewl dane derbas bibe lê nikarîne û serkeftî nebûne.

Pêr jî di topbarana Tirkiyê de, 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kesên din jî birîndar bûbûn, herweha zerar gehiştibû mal û milkê sivîlan jî.