DÊRSIM - Nerazîbûna li dijî qeyûm berdewam e: ‘Qeyûm zordarî ye’
Dêrsim (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ev 2 roj in nerazîbûna li hemberî danîna qeyûman a ser şaredariya DEM Partiyê berdewam dike.
Bi şev xwepêşandanên ciwanan û bi roj jî meş têne lidarxistin.
Heta niha 8 kes li Dêrsimê hatine desteserkirin.
Hevseroka DEM Partiyê û parlamenteran berê xwe da Dêrsimê û tevlî meşê bûn.
Karvedanên danîna qeyûman li ser Şaredariya Dêrsimê berdewam dike û çalakiyên şermezarkirinê yên şevê vê carê bi roj cihê xwe ji meşê re hişt.
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak diyar kir ku qeyûm şaredarî, bi danîna dîwaran û ewlehiyeke berfireh kiriye qereqol lê ew dê ti caran bi ser nekevin.
“Ev sed sal in ku neheqiyê li vî miletî dikin”
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak got:
“Ev sed sal in ku neheqiyê li vî miletî dikin. Wan sala 1938an ev milet kuşt û xelk bê cih û bê war hişt.
Di 1980an de agir berdan vî welatî. Di 1994an de agir berdan vî welatî. Gundên me şewitandin, agir berdan malên me.
Malên feqîr û fiqareyan şewitandin lê em dîsa jî em li ser rêya bav û kalên xwe ne. Em dîsa jî li ser rêça rêberên xwe ne, li ser rêya îtiqada xwe ne.”
Xelkê Dêrsimê jî li dijî danîna qeyûman ne razî ye. Li gorî wan qeyûm desteserkirina vîna wan e.
“Dest danîne ser îradeya me”
Rûniştvanê Dêrsimê Furkan Aslan got, “Dest danîne ser îradeya me. Em dê careke din ji wan bigirin. Em wisa zû bi zû dev ji Dêrsimê bernadin.”
Xelkê Dêrsimê Abdullah Kiliç jî got, “Qeyûm şkence ye, xesipkirina îradeyê ye. Zilm e.”
“Qeyûm zordarî ye”
Nişteciha Dêrsimê Besîme Gokserê jî wiha got, “Qeyûm dizî ye, qeyûm zordarî ye. Wan şaredariya me girt û talan kir.”
Rûniştvana Dêrsimê Şenayê jî got, “Ez qebûl nakim, qet nayê qebûlkirin. Di kitêban û olan de jî nayê qebûlkirin.”
Piştî hilbijartinên herêmî pêşî li Colemêrgê paşê jî li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê û Esenyurta Stenbolê qeyûm hatin danîn.
Herî dawî 22yê Çiriya Paşîn qeyûm danîn ser Şaredariya Dêrsimê û navçeya wê Pilûrê.
Şaredariyên ku qeyûm danîne ser 4 yên DEM Partiyê û 2 jî yên CHPyê ne.
Ji sala 2016an ve cara sêyemîn e ku qeyûm datînin ser şaredariyên DEM Partiyê ku berdewama HDPyê ye.