Kesekî Efrînî ev 3 meh in hatiye revandin
Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî Kurdê ê ji Efrînê ev 3 meh in hatiye revandin û çarenivîsa wî heta niha ne diyar e.
Munzir Şêxoyê 34 salî sala 2012 çûbû leşkeriya Sûriyeyê û piştî çend mehan firar kiribû û çûbû Tirkiyeyê.
Munzir Şêxo li gel malbata xwe destpêka meha îlona îsal ji Tirkiyeyê vegeriya Efrînê lê yekser hat revandib û tiştek li ser wî nayê zanîn.
Şêxo zewicî ye û 3 zarokên wî hene.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.