Serokê rêxistina Amedê ya AK Partiyê eşkere bû
Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Raşît Ocak wekî Serokê rêxistina parêzgeha Amedê yê AK Partiyê hat tayînkirin.
Serokê rêxistina Amedê ya AK Partiyê Mehmet Şerîf Aydin, berî 3 mehan ji erkê xwe hatibû dûrxistin.
Mehmet Raşît Ocak bi awayekî demkî li cihê Mehmet Şerîf Aydin Serokatiya rêxistina Amedê ya AK Partiyê kiribû.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re, gelek kesan ji bo serokatiyê serî li navenda AK Partiyê ya Enqereyê da.
Di navbera kesên ku serî lêdane de Mehmet Raşît Ocak jî hebû.
Li gorî agahiyan, piştî ku Ocak, bi Erdogan re hevdîtin kir wekî Serokê rêxistina parêzgeha Amedê yê AK Partiyê hat tayînkirin.
Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarioglu, Mehmet Raşît Ocak pîroz kir û li ser hesabê xwe yê tora civakî got:
“Parêzer Mehmet Raşît Ocak bi erêkirina Serokkomarê me birêz Erdogan bû Serokê nû yê partiya me ya Amedê. Ez Ocak pîroz dikim.
Di rêwitiya me ya ber bi sedsala nû ya Tirkiyeyê de, ez jê re serkeftinê dixwazim.”
Cumhurbaşkanımız Sayın @RTErdogan'ın tensipleri ile Diyarbakır İl Başkanlığına atanan Av. Mehmet Raşit OCAK’ı tebrik eder, “Türkiye Yüzyılı” vizyonu yolculuğumuzda kendilerine muvaffakiyetler diliyorum.
— Galip Ensarioğlu (@GalipEnsarioglu) November 23, 2023
Diyarbakır’ımıza hayırlı olsun.@RasitOcak pic.twitter.com/NhOq3NYe1I
Parêzer Mehmet Raşît Ocak, wekî alîkarê Serokê rêxistina parêzgeha Amedê yê AK Partiyê û Serokê Karên Siyasî û Hiqûqî yê parêzgehê xebitîbû.
Piştî ku Mehmet Şerîf Aydin ji erkê xwe hat dûrxistin, ew wek Alîkarê Serokê rêxistina parêzgeha Amedê yê AK Partiyê hatibû tayînkirin.