Li Amedê di mehekê de 272 malper hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand, di dema mehekê de bi tometên propagandaya ji bo PKKê û karên neyasayî, 272 malperên internetê li sînorê wê parêzgehê hatine girtin.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji wan 272 malperên ku di navbera 15ê Cotmehê heta 15ê Mijdarê de hatine girtin, 54 ji wan bi tometa “bangeşe û propagenda ji bo PKK” hatine girtin.
Hatiye gotin, ku ew 54 malper li Amerîka û Fransayê weşanên xwe dikirin.
Parêzgariya Amedê herwiha daye xuyakirin, 218 malperên din jî ku hatine girtin, karên neyasayî û binpêkirin encam dane. Li gor daxuyaniyê, wan malperan jî li derveyî welat weşanên xwe kirine û ji ber “naverokên mustehcen” belav kirine, hatine girtin
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku operasyona sayberî ya li ser wan malperan ji aliyê fermandariya Cendirme ve hatiye encamdan.