Mike Pence bo Nêçîrvan Barzanî twîttek avêt

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku  wî bi navê Serokê Amerîkayê Donlad Trump pêwendiya bihêz a Amerîka û gelê Kurd li navçeyê dupat kir. Mike Pence herwiha dibêje wî bi şerefeke mezin li Hewlêrê Serok Barzanî dîtiye.

Piştî ku Cîgirê Serokê Amerîka, Mike Pence ji Hewlêrê vegera, derbarê serdana xwe de twittek avêt.

Mayk Pence dibêje şerefeke mezin e ku wî li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dîtiye.

Pence herweha di Twitta xwe de nivîsiye, wî bi navê Donald Trump, pêwendî û hevpeymaniya bihêz a Amerîka li gel gelê Kurd li navçeyê dupat kir.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, îro Şemiyê (23.11.2019) bêyî ku serdana Bexda bike, serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî jî herwiha li ser hesabê xwe yê Twittêrê ragihand ku ew pê şanaz bûye ku pêşwzî li Cîgirê Serokê Amerîkayê û dostê xwe kiriye.

Barzanî dibêje: “Mike Pence di serdana xwe de tekezî li ser dostanî û hevkariyame ya stratejîk a bihêz kir. Min dubara spasiya xwe bo Amerîkayê kir ku di heyamên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.”