Sînan Çîftyurek: Divê Bahçelî bibêje birêz Ocalan

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li ser banga Bahçelî ya derbarê Ocalan got, “Eger dibêjin çareserî heye, tenê rakirina tecrîdê têrê nake, divê Ocalan ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe. Her wiha divê (Bahçelî) bibêje birêz Ocalan.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî duh piştî ku di komcivina partiya xwe de got ku bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive rojeva Tirkiyeyê yekser guherî.

Gotinên Bahçelî ji duh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî gotinên Bahçelî ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxandin û got: 

“Banga Bahçelî ya ji bo Ocalan were li Meclisê banga çekdanînê bike girîng e.

Lê berî her tiştî dema vê bangê dike divê ew nebêje terorîst Ocalan divê bibêja birêz Ocalan.

Eger dibêjin bila PKK banga çekberdanê bike, ev meseleya Ocalan û PKKyê ye.”

“Divê hebûna Kurdan were qebûlkirin”

Sînan Çîftyurek amaje bi wê yekê kir ku eger aştiya civakî tê xwestin, divê beriya her tiştî dewlet gavan biavêje û wiha domand:

“Divê hebûna gelê Kurd di destûra bingehîn de were qebûlkirin û divê çar xalên destpêkê yê destûra Tirkiyeyê jî bên nîqaşkirin.”

Çîftyurek da zanîn ku her çend hikûmet naxwaze naveroka wê eşkere bike jî lê gotinên Bahçelî yên vê dawiyê nîşana destpêkirina pêvajoyeke nû ne.

“Divê Ocalan ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe”

Çîftyurek li ser pirsa “Gelo Ocalan dê demeke nêzîk were li parlamentoyê biaxive?” jî wiha got:

“Divê ev gava yekem be. Tenê rakirina tecrîdê ne bes e, divê Ocalan ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe.

DEM Partî jî ev demeke dirêj e azadiya Ocalan dixwaze.

Lê ev têrê nake, divê ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê bike.”

Sînan Çîftyurek her wiha got ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê û statûya Kurdan jî bê gotûbêjkirin.